Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Hikûmeta Etopya bo Danûstandinên Aştîyê Diçe Afrîqaya Başûr


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku şandeyeke hikûmeta Etopya bo danûstandinên aştîyê yên bi hêzên Tigrayê re çûye Afrîqaya Başûr.

Hêzên hikûmeta Etopya û hevbenda wan, artêşa Erître, ji dawîya 2020’an vir ve bi hêzên Tigrayê yên li bakurê welêt re şer dikin.

Jiber şer heta niha bi hezaran kes hatine kuştin, bi mîlyonan kes koçber bûne û bi sed hezaran kes jî bi birçîbûneke cidî re rûbirû mane.

Karbidestên hikûmeta Etopya dibêjin ew danûstandina li Afrîqaya Başûr dê bo rawestandina şer fersendeke rind be.

XS
SM
MD
LG