Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ethiopiya di Êrişa Çekdarî de Dijî Otobusekê 34 Kes Tên Kuştin


Etopya-pevçûn / artêş
Etopya-pevçûn / artêş

Rexistina mafên mirovan ya neteweyî ya Ethiopiya ragihand ku şeva Şemîyê çekdaran li herema Benishangul-Gumuz ya rojavayê Ethiopiyayê di êrişekê de li dijî otobusekê herî kêm 34 kes kuştin.

Bi sedema operasyoneke leşkerî ya li bakurê welêt didome, tirs û fîkarên jiber valahîya ewlehiyê her diçe zêde dibe.

Komîsyona Mafên Mirovan ya Ethiopiya bûyer wek êrîşek "felaket" bi nav kir, û got ku dibe ku hejmara kesên kuştî zêde bibe.

Herwiha rexistinê dazanîn ku ragihandinên êrîşên wekhev hene, û gel jiber şîdetê direvin herêmê din yên welat.

"Êrîşa herî dawî ji bilî lêçûnê mirovî ya ku em bi hevra berpirsîyarin," serokê komîsyonê Daniel Bekele, di daxuyanîyekê de got.

Hevdem, Daniel Bekele jiber gavên bêdawî yên êrîşên li herema Benishangul-Gumuz bang li karbidestên herêmî û federal kir da ku li ser stratejîyeke çareserîyê bixebitin.

Li gor ragihandina hikûmeta Ethiopiya, di meha Îlonê de li heman herêmê herî kêm 45 kes hatine kuştin.

Bûyerên tundûtujîyê di nava şerekê 12 rojî de, di navbera hikûmeta Ethiopiyayê û herêma Tîgray ya i bakurê welêt de, pêk tê.

Pispor hîşyar dikin ku pevçûn dikare komên etnîkî yên din jî, bo rewşa kaosê bikar bînin da ku bêtir xweserîyê pêk bînin, teşwîq bike û herwiha jiber veguheztina hezên ewlehîyê dijî Tigray dikare di ewlehîyê herêmên din de bibe sedema xeterî yan.


XS
SM
MD
LG