Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Eyaleta Tigray Soza Berfirehkirina Berxwedana Li Dij Addis Ababa Dide


Rêberê TPLF Debretsion Gebremichael
Rêberê TPLF Debretsion Gebremichael

Ajansa Reuters, Yekşemê ragihand ku li Ethopiya, Enîya Rizgarîya Gel ya Tigray (TPLF), partîya desthilatdar ya berê ya eyaleta Tigray soza berfirehkirina berxwedanê daye.

Ev soz li gor peymaneke devkî ku tê pêşbînî kirin ku dengê Debretsion Gebremichaelê ku rêberê TPLF ye.

Gebremichael di peymanê de hêzên hikûmeta federal û hevalbendên wan bi destavêtin û talankirinê tawanbar kirîye.

Di peymanê de tê ragihandin ku li heremê hebûna serdestîya leşkerî ya hikûmeta federal demkî ye û wan bi binpêkirinên mîna destdirêjî û talankirinê tawanbar dikin.

"Bajar û heremên gundewarî yên Tigray bi şev û roj bi topbarana giran têne bombebaran kirin. Em dikevin nava berxwedaneke berfireh," Debretsion got

Hêjayî balkişandinê ye ku Neteweyên Yekbûyî (N.Y.) jî raportên di heman naverokê weşandibû. Ev tomara deng ji hêla dezgeyeke medyayê ve ku girêdayî TPLF ye li ser Facebook hate weşandin.

Reuters nikaribûye rastbûn yan jî dîroka tomarkirinê piştrast bike. Billene Seyoum, berdevka Serokwezîrê Ethopya Abiy Ahmed, nexweşt ser mijarê şîrove bike û got ku ew nikare ser derewên komeke tawanbar bipeyîve.

TPLF û piştgirên biyanî hewl didin ku ji meha Mijdarê vir ve bi îdiayên qirkirina bêbingeh balê bikişînin da ku "sûcên xwe yên xedar" veşêrin, wê got.

Seyoum got ku TPLF û piştevanên wê yên biyanî hewl didin ku ji meha Mijdarê vir ve bi îdayên qirkirina bêbingeh balê bikişînin da ku sûcên xwe yên hovane veşêrin, û ji neteweyên bîyanî xwest ku wan eşkere bikin.

Pevçûnên di navbera hezên hikûmeta federal ya Ethopya û hezên TPLF - partîya desthilatdar ya berê ya eyaleta Tigray di 4'ê Mijdarê de dest pê kiribû.

Hikûmetê serokwezîr Abiy Ahmed piştî şerê nêzî mehekî ya bi TPLF re berdevam kir, di 28'ê Mijdara 2020'an de serkeftina xwe ragihand. Lê, li gor çavkanîyên serbixwe yên navneteweyî pevçûn berdewam dikin.

Tê bawer kirin ku jiber êrîşên hewayî û pevçûnên li Tigray ku ji serê Mijdarê vir ve didomin, Bi hezaran mirov mirin in, bi sed hezaran kes koçber bûne û herwiha li seranserê herêmê zêdeyî 5 mîlyon kesan hewcedarîya wan bi xwarin, av û dermanan heye.

Reuters jiber ku xetên telefon û înternetê yên li herêma Tigray qutkirîne û herwiha çûn û hatina herêmê bi tundî tê kontrol kirin nikaribûye ku îdayên her du alîyan jî piştrast bike.

Piştrastkirina ragihandinên ji her du alîyan jî gelek dijwar e jiber ku hikûmetê eyaleta Tigray ji medya xebatkarên alîkariyê yên biyanî re qedexe kirîye.

Hevdem, xetên telefon û înternetê yên li herêma Tigray hatîye qutkirîn. Debretsionr Reberê TPLF bang li Tigrayan li derveyî welat kir ku bi demû dravan piştgirî bidin şervanan û xwest ku neteweyên biyanî hikûmeta Ethiopiya şermezar bikin.

Wî got ku divê Abiy û Serokê Erîtreya Îsaias Afwerki li dadgehek navneteweyî were darizandin.

Bi dehan şahîdan li Tigray hebûna leşkerên Erître yên bo piştgirîya hêzên Ethiopya piştrast dikin, lê her du welat jî, vê red dikin.

Hikûmeta Abiy dibêje ku TPLF bi êrîşên dijî bingehên artêşê yên li Tigray pevçûnan provoke kir û alîkariyên ku hikûmetê dişîne wan asteng dike.

XS
SM
MD
LG