Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Bang li Gurcistanê Dike Pêşzagona '"Nûnerên Bîyanî’ Vekişîne


Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Çarşemê bang li Gurcistanê kir ku qanûna xwe ya bi navê "Nûnerên Bîyanî’ ya keşeber paşve bikşîne.

Berpirsê Sîyaseta Derve Josep Borrell yê YE û Berpirsê berfirehkirinê yê YE Oliver Varhelyi bi daxuyanîyekê hişyarî da ku ev qanûn wê daxwaza Tiblîsê ya beşdatbûna yekîtîyê asteng bike.

“Pejirandina vê qanûnê bandorek neyînî li ser pêşveçûna Gurcistanê ya di rêya YE dike. Bijareya li ser rêya pêş, di destê Gurcistanê de ye. Em ji karbidestên Gurcistanê dixwazin ku qanûnê paşve bikşînin."

Borrell û Varhelyi dîyar kir ku awa û naveroka qanûnê ne li gor pîvan û nirxên bingehîn yên YE ne.

Daxuyanîya her du endamên Komîsyona Ewrupa, ku desteya rêvebir ya blokê ye, piştî protestoyên dijî qanûnê li Gurcistanê û herwiha û niqaşên tund yên di navbera hikûmetên endamên YE û karbidestên Gurcistanê tê.

Karbidestên Ewrupî di destpêkê de hewil dabûn ku di navbera 27 hikûmetên YE daxuyanîyekê hevpar bidin, lê jiber nerazîbûnên Macaristan û Slovakya ev yek bê encam mabû.

Parlamana Gurcistanê roja Sêşemê pêşzagona bi navê ‘Qanûna Nûnerên Bîyanî’ bi 84 dengên erê, beramber 30 dengên na qebûl kiribû ku ji mêjve dibû sedema nerazîbûnan.

Li gor pêşnîyara nû rêxistinên sivîl û dezgehên medya yên serbixwe ku pirtir ji % 20 diravên xwe ji çavkanîyên bîyanî distînin, divê xwe bi fermî wek rêxistinên ku "berjewendîyên hêzên bîyanî dimeşînin" tomar bikin.

Qanûn, bo dezge û kesên ku wan rêbezan neşopînin, gelek cezayên giran tine û rexnegir dibêjin ku ev pêşzagona ku ew mîna "Qanûna Rûsî" bi nav dikin, gefên mezin li ser azadîyên sivîl çêdikin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG