Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa, Almanya û Îtalya ji YE Dixwazin Dijî Hamasê Toleyên Xurt Ragihîne


Fransa, Almanya û Îtalya îro Duşemê ser kombûna wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) bang li yekîtîyê kirin ku dijî Hamasê planeke taybet ya toleyan çêke.

Çaverê ye di civînan de ser sînordarkirina aborîya Hamasê û qedexeya rêwîtîyê ya jibo Îsraîlîyên ku li axa Kenara Rojava ciwarkirî ne, nîqaş hebin.


Sê wezîrên derve yên welatên herî mezin yên YE’ê bi nameyekê ji Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’ê Josep Borrell xwest ku divê yekîtî dijî Hamasê û alîgirên wê tedbîrên xurt ragihîne.

“Hamas ne nûnera Filîstînîyan û daxwazên wan yên rêwa ye: Loma divê YE hin gavan bavêje ku Hamas di qada navnetewî de bê piştgirî bimîne,” nameya hevbeş got.


YE, Hamasê wek rêxistineke terorî dibîne ku li gor vê yekê divê hemî diravên wê rêxistinê yên li yekîtîyê werin cemidandin.

Toleyên nû yên dijî wê çawa werin berfireh kirin hîn ne zelal e.

Ger endamên YE’ê ser berfirehkirina toleyên dijî YE’ê li hev bikin pispor wê ser dîyarkirina çarçoveya qanûnî ya jibo toleyên dijî kes û sazîyan bicivin.

YE roja Înê ragihandibû ku wê fermandarê baskê leşkerî yê Hamasê Mihemed Deîf û cîgirê wî Merwan Îsa xistiye lîsta terorîstên dijî wan tole hatine ragihandin.

Dîplomat dibêjin ku çaverê ye rêberê Hamasê yê li Gaza Yahya Sînwar jî wê bikeve lîstê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG