Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Ewrupa: Bandora li Siberoja Siyaset û Koçberîyê


Avahîya Parlemana Ewrupayê.
Avahîya Parlemana Ewrupayê.

Roja 9'ê Hezîranê hilbijartin li 27 welatên endamên Yekîtîya Ewrupayê (YE), jibo dîyarkirina 720 nûnerên Parlemana Ewrupa (PE) hatin kirin.

Berî hilbijartinan, dihat çaverê kirin ku hin partiyên lîberal û piranî jî partiyên rastgirên tundrê dengên xwe zêde bikin. Lê piştî ku encam derketin di bawerîya bîra giştî de nebû ku partiyên rastgir yên tundrê yên weke partiya AfD li Almanyayê yan partiya Yekîtîya Neteweyî (RN) ya Le Pen li Fransayê û partiya rastgir ya Serokwezîra niha ya Îtalya Gorgia Meloni ewqas dengên xwe zêde bikin.

Têkçûna herî zêde ya Serokê Fransa Emmanuel Macron û li Almanya jî Partîya Sosyal Demokrat (SPD) ya serokwezîr Olaf Scholz bûn.

Hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Ewrupî şahidî kir ku partiyên rastgir yên tundrê li welatên serekî yên parzemîna Ewrupayê, wek Almanya, Fransa û Îtalya, destkeftên dîrokî bi dest xistin. Ev yek bû sedem nîqaşên ser siberoja Yekîtiya Ewrupa, siyaseta wê ya derve û navxwe, pirsa koçberiyê û gelek pirsên din derkevin pêş.

Dr. Kemal Sîdo
Dr. Kemal Sîdo

Her çend e li gor encaman, partiyên navend û partiyên lîberal dê berdewam bin li ser kontrolkirina piraniya kursiyên di saziya qanûnderî ya Ewrupî de, lê ew pêşketina ku ji hêla partiyên rastgirên tundrê ve hatî bidestxistin, li gorî şîrovekaran dê "guhertinên bingehîn" di siyaseta derve û navxweya ya bloka Ewrupî de çê bibin.

Derbarê sedem û bandora wan encaman li ser siyaseta giştî ya blokê, pispor bi şêweyên cûda encaman dinirxînin.

Ahmed Dere, şîrovekarê karûbarên siyasî ji bajarê Strasbourg ya Fransayê, dibêje "Niha bêserûberiyek li Fransa heye. Partiyên nêzî hev hewil didin piştî nêzî 20 rojên din yên hilbijartinên pêşwext bi şêweyê blok bikevin hilbijartinan."

Dere herwiha got ku partiyên lîberal tevî partiya Komarger û partiya Macron hevpeymaniyekê çê bikin.

Dihat çaverêkirin ku Sêşemê danê sibê Macron preskonferansekê çê bikira, lê jiber wê tevlîhevîya piştî encamên hilbijatinan li Fransa, ew hat paşxistin.

Ahmed Dere, Çavdêrê Siyasî
Ahmed Dere, Çavdêrê Siyasî

"Di nava Partiyên çepgir de jî hewildanek heye ku di nava xwe de blokekê ava bikin û li hember partiya Marine Le Pen bikeve hilbijartinan," Dere got.

Dere di wê bawerîyê de ye ku herî zelal li Fransa dê sê blok derkevin pêş: bloka çepgir, bloka lîberal û navend, û bloka rastgirên tundrê.

Dr. Kemal Sîdo, Berpirsê Ofîsa Rojhilata Navîn ya Gelên li jêr Gefan li Almanyayê, dibêje "Berî hilbijartinan digotin yên dengê xwe didin partiyên rastgir weke bertek û protestoya li hember partiyên dinê ye, lê ev nerast e. Rastgir û rastgirên tundrê li Ewrupa êdî rastiyeke wan civakan e."

Sîdo derbarê pirsa çima xelk dengê xwe didin partiyên rastigr yên tundrê got: "Du sedem hene. Ya yekê aştî û şer e, mesela şerê li Ukrayna, xelk li dijî şer e. Ya duyan hebûna hejmareke zêde ya penaberan, bi taybet penaberên ji welatên Misilman yên ku kêşeyên wan welatan bi xwe re tînin Ewrupa."

Sîdo dibêje, ji encama şeran pirsa aborî lawaz bûye û buhabûn li Ewrupa zêde bûye, enerjî û her tişt buha bûye.

Ew dide zanîn ku yek ji sedemên zêdebûna dengên partiyên rastgir serederiya ligel wan partiyan e dema tên qedexe kirin yan gotinên nexweş ji wan re tên gotin. Ev jî wiha dike ku dengên wan partiyan zêdetir bibin û ew partî dê hîn jî xurtir bibin, li gor Sîdo.

Derbarê rewşa koçber û penaberan piştî encamên wan hilbijartinan li sernserî ewropa, Sîdo dibêje "Bi nêrîna min dê hewildan jibo kêmkirina hatina penaberan ji welatên Misilman xurtir bibe, jibo wê jî her niha partiya Keskan - Die Grune - Partiya Sosyal Demokrat (SPD) amadekarîyan dikin."

Sîdo balê dikişîne ser bandora hilbijartinan li ser civakên biyanî yên li Ewrupa dijîn û got ku kesên bûne welatiyên Ewrupî û pasportên wan hene, mafê hebûna wan rewa ye û metirsî li ser wan nabe.

Kadar Pîrê, çavdêrê siyasî û Rêvebirê Saziya Kurdî ya Bê Sînor, dibêje "Sedemên ku rastgirên tundrê xurt vegerin yên dixwazin Yekîtiya Ewrupa hilweşînin, Fransa vegere frank û Almanya vegere serdema mark'ê, çend sedemên wê hebûn. Yek jî şerê Ukrayna û buhabûna li Ewrupa, hin tişt ji wan navxweyî bûn û hin jî derve."

Pîrê dibêje ku sedema ku dengderan berê xwe ji partiyên desthilatdar guherand ew e ku gelek xwepêşandan û protesto çêbûn lê daxwazên wan nehatin cîbicî kirin, ew neçar man berê xwe bidin partiyên rastgir.

Kadar Pîrê, Rêvebirê Rêxistina Kurd Bê Sînor
Kadar Pîrê, Rêvebirê Rêxistina Kurd Bê Sînor

Derbarê bandor encaman li ser rewşa penaber û koçberan Pîrê dibêje, "Di wî warî de dê hin guhertin çê bibin, lê ne di wê astê de be ku metirsî li ser jiyana civakên biyanî hebe, ji ber ku wergirtina penaberan ji pirsek mafên mirovan zêdetir pirsa aborî û pêwîstiya wan bi karmend û karkeran hebû."

Kadar Pîrê herwiha dibêje, li Fransa dîsan dê rewş li jêr kontro be, Macron parlamen hilweşand û hilbijartinên pêşwext hatin biryar dan, tê çaverê kirin ku Marine Le Pen bibe serokwezîr û serokatiya welat heta sê salên din dê dest Macron de be.

Xiyasedîn Sayan, siyasetmedar û endamê berê yê Parlamena Berlinê, dibêje ku gelek sedem û kêşeyên kevin û nû bi hev re bûn sedem ku rewşeke wiha derkeve "Pirsa berî çend salan ya vîrûsa korona, şerê li Ukrayna û gelek pirsên din hebûn ku buhabûn çê bibe û aborî lawaz bibe."

Sayan dibêje bi milyonan penaber hatin Almanya. herî zêde ji Ukrayna û Sûriyê ev bû sedem ku xelkê Alman bixwe bêkar bimînin û rewşa wan ya darayî xerab bibe û weke bertek wan dengê xwe dan partiyên rastgir yên weke CDU û bi taybet jî partiya rastgir ya tundrê AfD.

Xiyasedîn Sayan
Xiyasedîn Sayan

"Partiya AfD ya li Almaniya siyaset û stratejîya xwe ya hilbijartinên Ewrupa li ser bingeha dijîtîya biyanîyan çêkir, propagandaya wan ya hilbijartinan ew bû ku kesên biyanî yên weke penaber hatine derxînin. Ev jî bû sedem ku xelk dengê xwe bidin wan."

Sayan wiha dibîne ku aliyekî dengdanê ya AfD ewe ku dersekê bidin partiyên desthilsatdar yên weke SPD û Keskan.

Sayan derbarê bandor li ser civaka Kurd li Ewrupayê dibêje, jiber ku civaka Kurd êdî bûne beşekî civaka Ewrupî û çalak û dînamîk in, dê bandor li wan jî hebe.

Sayan dibêje bi taybet Kurdên ku nû hatine tirs heye ku bibin qurbanîyên radîkalîzma partiyên rastgir yên tundrê û tirsa partiyên weke SDP û Keskan ku ew jî qanûnên penaberiyê tundtir bikin û gelek kes werin dersînor kirin.

XS
SM
MD
LG