Seroka Desteya Peywendîyên Derve ya Rêveberîya Xweser Îlham Ehmed bi serdaneke fermî ligel şandekê serdana Ewrupayê dike.
Hişyar Elî, Nûnerê Rêveberîya Xweser ya Rojava ji Dengê Amerîka re got ku birêz Ehmed îro Sêşemê gihişît Ewrupayê. Ji bilî wê, fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrînî di nav şandê de ye.
Elî ragihand ku serdana siyasetvana Kurd "li ser vexwendina Parlamentoya Ewrupa dê amade bibe ku nîqaşan ser rewşa dawî bikin, piştî ku biryarên dawî ji alîyê parlamentê ve ser piştgirîya Kurdan derketin."
Elî got, Ehmed dê bi berpirsên wezareta derve ya Fransa re hevdîtinan bike. Roja Çarşemê jî birêz Ehmed dê li Parlamenta Ewrupayê hevdîtinan pêk bîne û serdana çend welatên din yên Ewrupayî bike.
Nûnerê Rêveberîya Xweser got ku vexwendina fermî ya parlamenta Ewrup tenê ji bo Îlham Ehmed e, lê Rohilat Efrînî jî di şanda bo Ewrupayê cihê digire.
Li gor Elî, şanda bi serkêşîya Îlham Ehmed dê di navbera 10-15 rojan de li gelek cih û welatan hevdîtinan encam bidin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Parlementa Ewrupayî di 12ê Sibatê de daxuyanîyek piştgirîyê bo Kurdên Rojava belav kir, tê de got ku tundûtûjîya ji alîyê hikûmeta demkî ya Sûrîyê dijî Kurdan digihêje asta tawanên şer.