Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Derbarê Aştîyê û Pirsa Kurd Banga Cîbicîkirina 20 Gavan Dike

Dîmenek ji 20. Konferansa Navneteweyî ya bi navê “Yekîtîya Ewrupa, Tirkîye, Rojhilata Navîn û Kurd,” 15 Cotmeh, 2026
Dîmenek ji 20. Konferansa Navneteweyî ya bi navê “Yekîtîya Ewrupa, Tirkîye, Rojhilata Navîn û Kurd,” 15 Cotmeh, 2026

20emîn Konferansa Navneteweyî ya bi navê “Yekîtîya Ewrupa, Tirkîye, Rojhilata Navîn û Kurd” ku li avahîya Parlamena Ewrupa ya li Brukselê hat lidar xistin bi dawî bû û roja Înê encamnameya wê bi daxuyaneke nivîskî hat belav kirin.

Di encamnameyê de pêvajoya li Tirkîyê jibo çareserîya siyasî ya kêşeya Kurdan wek derfeteke dîrokî hat pênase kirin û jibo aştî û demokrasîyê banga bicihanîna 20 gavan hat kirin.

Konferansa ku di 14-15 Cotmehê de hat lidarxistin, ji alîyê Komîsyona Welatîyên Yekîtiya Ewrupa û Tirkîyê (EUTCC), ku rêxistineke serbixwe û sivîl e, bi hevkarîya sê komên siyasî yên Parlamentoya Ewrupayê ve hat saz kirin.

Di encamnameyê de hat gotin ku li Tirkîyê pêvajoya heyî, ya ku bidawîkirina pevçûna çekdarî û jibo çareserîya siyasî keşeya Kurdan armanc dike, “derfeteke dîrokî pêşkêş dike.”

Konferansê banga damezranerê Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK Abdullah Ocalan yê girtî, a Sibata 2025’an, û pêşketinên piştî wê bangê yên têkildarî hilweşîn û bêçekbûna komê û hevdem banga jibo civaka demokratîk wek gavên ku perspektîfeke nû vekirine nirxand.

Di daxuyanîyê de hat xwestin ku pêvajoya aştiyê li ser bingeha dîyaloga siyasî, demokrasî û garantiyên hiqûqî berdewam bike.

Konferansê bang li hikûmet û parlemana Tirkîyê kir ku j bo çareserîyeke mayînde şertên hiqûqî û destûrî yên pêwîst ava bikin.

Di daxuyanîyê de azadîya Abdullah Ocalan, bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê, garantîyên hiqûqî jibo pêvajoya aştiyê û bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê hatin xwestin.

Naskirina nasname, ziman û çanda Kurdî, berdana girtiyên siyasî, bidawîkirina erkdarkirina qeyûman û parastina azadîya ragihandin, derbirîn û medyayê jî di nav daxwazan de bûn.

Encamnamê bal kişand ser beşdarîya wekhev a jinan yên di hemû qonaxên aştiyê de.

Ji Yekitîya Ewrupa, YE’yê jî hat xwestin ku jibo xurtkirina pêvajoya aştiyê, divê PKK’ê ji lîsteya xwe ya rêxistinên terorîst derxîne.

Hêjayê gotinê ye ku ev encamname helwesta konferansê dîyar dike; ne biryar yan daxuyanekî fermî ya Parlamena Ewrupa ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG