Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Ewrupî Wek 30 Mîlyon Euro Alîkarîyên Din Dişîne Lubnanê


Kavilîya li taxeke li başûrê Beyrutê
Kavilîya li taxeke li başûrê Beyrutê

Komîsyona Ewrupî îro Pêncşemê ragihand ku ewê wek alîkarîya mirovahî 30 mîlyon euroyên din bişîne Lubnanê ku jiber şerê Îsraîl û Hizbullahê ketiye rewşeke dijwar.

Seroka Komîsyona Ewrupî Ursula von der Leyen got ku ew jiber zêdebûna girjîya li Rojhilata Navîn gelek xembar e.

"Divê hemî alîyan hemî gavên pêdivî bavêjin ku jîyana sivîlan biparêzin,” von der Leyen got.

Komîsyona Ewrupî di 29ê Îlonê de jî 10 mîlyon euro alîkarîya mirovahî ji Lubnanê eşkere kiribû û bi giştî pirtir ji 104 mîlyon euro ji wî welatî re şandibû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG