Yekîtîya Ewrupa (YE) û NATO’yê îro Sêşemê soz dan ku piştgirîya bo Ukraynayê xurt bikin.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jen Stoltenberg dîyar kir ku divê ew hevkarîya bi YE û Ukraynayê re bînin asteke bilindtir.
Waltên YE û NATO’yê, ku 21 di her du koman de ne, heta niha bi mîlyaran dolar çek şandine Ukraynayê ku alîkarîyê Kîevê kiriye ku ew hêzên Moskowê paşve bixe.
Amerîka, Almanya û Fransayê ragihandin ku ewê wesayîtên şer ên zirxî jî bidin Ukraynayê, lê Kîev dixwaze ku tankên giran yên nûjen jî werin şandin.
Seroka Komîsyona Ewrupayê Ursula von der Leyen dîyar kir ku divê Ukrayna bo parastina xwe hemî kelûpelên leşkerî yên hewce bi dest xwe xe.
Von der Leyen got ku divê ew sîstemên berevanîyê yên esmên yên pêşketî jî bidin Ukraynayê.
Stoltenberg dîyar kir ku piştgirên Rojavayî dê hefteya were bi wezîrê berevanîyê yê Ukraynayê re bicivin bo dîyarkirina çekên hewce.
Wî got ku ewê di vê civînê de bipirsin ka çekên berê jî bi çi awayî kêrî Ukraynayê hatine.
Êrîşa Moskowayê ya li ser Ukraynayê kir ku YE û NATO danûstandinan berfirehtir bikin.
Karbidestên her du koman dibêjin ewê pirtir bala xwe bidin ser ewlekarîya Ewrupî-Atlantîk.
Jêder: AFP