Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenta Ewrupa Biryarekê Dijî Rejîma Îranê Erê Dike

Parlamentoya Ewrupayê binpêkirinên mafên mirovan li Îranê, di nav de "tepeserkirina sîstematîk, şert û mercên nemirovane û girtina keyfî" şermezar kir.

Di biryarnameyê de ku îro Pêncşemê hate qebûlkirin, tevgera Komara Îslamî ya li hember gelê Îranê, bi taybetî li hember çalakvanên civaka sivîl, xwepêşander, jin û kêmneteweyan şermezar kir û hişyarî da ku tundûtûjiya dawî digihêje asta tawanên dijî mirovahîyê.

Di biryarnameyê de behsa raportên ku dibêjin hejmara mirîyan ji xwepêşandanên dawî nêzîkî 35,000 e hat kirin. Biryarnameyê daxwaz kir ku ev hemû sûc ji alîyê saziyên Neteweyên Yekbûyî ve wekî belge ji bo darizandina navneteweyî ya li dijî sûcdaran werin tomarkirin.

Parlamentê herwiha daxwaza berdana demûdest ya jinên girtî kir, ku di nav wan de xwedîya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî jî heye. Parlamenta Ewrupayî tekez kir ku pêwîst e girtinên keyfî, windakirinên bi zorê û îşkenceya welatîyan li Îranê bidawî bibin.

Parlamenterên Ewrupayê bang li Civata Ewrupayê û Komîsyonê kirin ku cezayên armanckirî li dijî sûcdaran berfireh bikin û stratejîyek berçav pêşve bibin da ku piştgirîyê bidin malbatên girtîyan.

Biryarnameyê rola Pasdarên Şoreşa Îslamî jî, ku Yekîtiya Ewrupayê wekî rêxistineke terorîst destnîşan kiriye, di tepeserkirinê de wekî serekî binav kir.

Biryarnameya Parlamenta Yekîtîya Ewrupayê bi 524 dengên erê hember sê dengan na hate pejirandin.

Piştî ku dengdan hate kirin, Seroka Parlamentoya Ewrupayê Roberta Metsola di peyamekê de li ser X nivîsî: "Peyamek xurt, zelal û bêguman ji Parlamenta Ewrupayê bo gelê Îranê: em bi we re ne."

XS
SM
MD
LG