Yekîtîya Ewrupî îro Şemîyê binavkirina Rûsya ya ajansa nûçeyan ya serbixwe Meduza wek” ajanseke biyanî” red kir û got ku bendkirina Rûsya ya wê, pêgirîyên Rûsya yên navnetwî û mafên mirovan binpê dike.
Binavkirina ku roja Înê derket daxwazê ji Meduza dike ku xwe wek ajanseke biyanî bide naskirin û bi vî şêweyî ew dê bêhtir bikeve bin çavdêrîya hikûmetê.
Meduza, ku di sala 2014an li Latvia ji aliyê Galina Timchenko ve hatibû damezrandin, ew nûçeyan bi Rûsî û Înglîzî li ser internet belav dike.
Peyvdarekî serokê siyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupî Josep Borrell di daxuyanîyekê de got:
“Em biryaran desthilatdarên Rûsî red dikin li dor danîna dezgeha medyayî Meduza di nav lîsta ajansên biyanî de.”
Wî got:
“Cihê xemên mezine ku desthilatdarên Rûsya berdewam bin di bendkirina platformên medyayî yên azad û rojnamevan û kesayetîyên din yên medyayî de. Ew li dijî pêgirîyên Rûsya yên navnetewî û mafê mirovan e.”