Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Rêberê Hamasê li Gazayê Xist Lîsta Reş ya Toleyan 


Yekîtîya Ewrupa (YE) rêberê Hamasê yê li Gaza Yahya Sinwar jiber êrîşên rêxistinê yên 7’ê Cotmehê xist lîsta reş ya terorê ya toleyan.

Bi vê gavê, milk û hebûnên Sînwar, ku wek plankarê êrîşan tê dîtin, li 27 dewletên YE tên cemidandin û danûstandinên bazirganî yên bi wî re têne qedexe kirin.

Hamas, ku komeke Îslamî ya Filîstînî ye, ji alîyê YE ve wek rêxistineke terorî tê dîtin.

AFP ji zarê karbidestên Îsraîlê dide zanîn ku di êrîşên Cotmehê de, ku wek êrîşên herî giran yên wî welatî têne dîtîn, piranîya wan sîvîl 1140 kes hatine kuştin.

Çekdarên Hamasê di wan êrîşan de bi qasî 250 kes girtin û birin Gaza ku Îsraîl dide zanîn ku 132 ji wan hîn li axa Filîstînîyan in û ji wan bi kêmî ve 25 kes hatine kuştin.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz ser biryara YE kêfxweşîya xwe ragihand.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG