Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtiya Ewrupî Brexitê Erê Dike


Yekîtiya Ewrupî rêkeftina derketina Brîtanya ji Yekîtiyê erê kir.

Serokê civata ewrupî Donald Tusk îro Yekşemê di twîtekê de got ku serkirdeyên 27 welatên Ewrupî di kombûnekê de li Broksilê” rêkeftina vekişîna Brîtanya û ragihandina siyasî ya li dor siberoja pêwendiyên Ewrupa û Brîtanya himbêz kirin.”

Di nêzîkî 600 rûpelên rêkeftinê de pîvan û awayên derketina Brîtanya ji Yekîtiya ewrupî û nexşeriya pêwendiyên wan ên siberojê hatine şîrovekirin.

Niha serokwezîra Brîtanya Theresa May rastî dijwariya erêkirina rêkeftina ji aliyê parlemana Brîtanî ve tê.

Pêwîste parleman rêkeftinê erê bike da ku derbasî qonaxa cîbicîkirinê be. Eger parleman erê neke, wê Brîtanya di roja 29 Adara sala 2019an de bê rêkeftina kêmkirina girjiya abûrî ji Yekîtiyê derkeve.

Di nameyeke vekirî de, ku îro Yekşemê di rojnameyên Brîtanî de belav bû, Theresa May bang li Brîtaniyan kir ku piştgiriya rêkeftinê bikin.

Tê zanîn, May hîn piştgiriya partiya xwe ya mihafizkar di vê derbarê de misoger nekiriye

XS
SM
MD
LG