Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: YE û Amerîka wê Bikarin Biryarekê Liser Peywendîyên Xwe Digel Tirkiyê Bidin?


Emran Mensûr
Emran Mensûr

Têkeliyên Tirkiyê û hevalbendên wê yên Ewrupa û Amerîka di qonaxeka pir hestiyar re derbas dibe, pêşî demeka dirêj ji aloziyan liser pirsên siyasî û leşkerî, weko destêwerdan di şerê Sûrîyê û Libiya de û kîrina sistema moşkên Rûsî ya S-400 digel xirabîya rewşa mafên mirovan û demokrasîyê li Tirkiyê.

YE -Tirkiye
YE -Tirkiye

Di kombûnên wezirên derve yên welatên Yekitîya Ewropa wezirê derve yê Amerika Antony Blinken li aliyekê girngiya Tirkiyê weko endameka NATO anî ziman û li aliyeka din behsa rewşa xirab ya mafên mirovan û demikrasîyê kir.

Zêdebarî hindê, rêkxistiyên mafên mirovan Tirkiyê bi helweşndina binyadên demokrasîyê gonehbar kirin.

Tirkiyê li demeka berê vê mehê nexşa reformên mafên mirovan ya wizareta Dada Tirkiyê ragehandin ku hewleke Tirkiyê dixwaze helwesta Ewropa nerm bike.

Kombûnên welatên endamên NATO digel kombûna rêberên YE girngiyeka taybet bo pêşeroja peywendîyên Tirkiyê digel hevalbendan heye.

Erê Ewropa amadeye biryarekî dijî zêdegavîyên Tirkiyê bide? yan Tirkiyê dikare hember givaşên Amerîka û Ewrupa heman siyaseta xwe dewam dike?

Bernamê Tîrêj liser vê mijarê mihvandariya birêz Emran Mensûr, parêzer û mafnas kir.

Tirej # 101
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:44 0:00


XS
SM
MD
LG