Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewrupa Careke Din Bang li Tirkîyê Dike ku Demîrtaş û Kavala Berde


Komîteya Wezîrên ya Konseya Ewrupî bang li Tirkîyê kir ku hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş berde.

Wê komîteyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa bi bîr xist û da zanîn ku girtina Demîrtaş xwe nesipartîye ti delîleke berçav.

Komîteya Ewrupî bo Demîrtaş, ku bi qasî 5 sal in girtî ye, dem da Tirkîyê ku heta 30’ê Îlonê wî berde.

Komîteyê bo karsazê navdar Osmana Kavala jî careke din banga berdanê kir.

Kavala ji 2017’an vir ve girtî ye û komîteyê dem da Tirkîyê ku wî heta 30’yê Mijdarê berde.

Li gor daxuyanîya komîteyê, ger Kavala neyê berdan ew dê dijî Tirkîyê dest bi prosedura binpêkirina Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa bikin ku wisa ew bo Enqere hişyarîya dawî ye.
XS
SM
MD
LG