Balyozê Amerîkî yê li Yekîtîya ewrupa Gordon Sondland îro Pêncşemê hişyarî da welatên Ewrupî ku jiber sedemên ewlehî ji berhemên kompanîya Huawei ya Çînî dûr bisekinin.
“Amerîka piştgirîya wê yekê dike ku ji Çînê berhemên dîjîtal neyên kirîn, ku peywendîya wan bi xeterîyên ser ewlehîya netewî heye. Divê kirîyar ji berhemên Huawei dpr bisekinin û kompanîyên Rojavayî jî perçeyên wê nexin nav berhemên xwe,” Sondland li Brukselê ji Reutersê re got.
Sondland wek bersîva pirsekî got ku di destê wan de gelek delîl hene ku çawa berhemên Huawei metirsî ser ewlehîya netewî datîne, lê wî dîyar ku ew agahî nepênî ne û ew nikare bi bîragiştî re parve bike.
Reutersê roja Çarşemê ragihandibû ku Yekîtîya Ewrupa pêdaçûnê ser hin pêşnîyaran dike ku perçeyên şîrketa Huawei Technologies Co. ya Çînî, jiber fikarên ewlehî di nav torên nû yên telefonên mobîl de neyên xebitandin.