Wezîrên Yekîtîya Ewropa îro Înîyê li Brukselê civîneke awarte dar xist ku biryareke hevbeş li ser daxwaza Kurdan derxin.
Kurd bang li civata navtetewî kiribûn ku çek bidine wan ku şerî DAÎŞ bikin.
Kombûna wezîrên YE rojeke piştî biryara Serkwezîrê Îraqê Nurî Malikî tê ku gotibû ewê desthilatê berde.
Reng e ye karvekêşana Malikî bandoreke erênî li ser alîkarîya navnetewî jibo wan hêzan bike ku dixwazin dijî DAÎŞ şer bikin.