Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewrupa, Erebistana Saudî jî Dixe Nav Lîsta Sipîkirina Diravan


Navê Deutsche Bank jî di kiryarên şûstina diravan de derbaz dikir (arşîv)

Komîsyona Ewrupa îro Çarşemê ragihand ku wê Erebistana Saudî, Panama, Nîjerya û çend herêmên din xistine nav lîsta reş ya gefa sipîkirina diravan.

Komîsyona Ewrupa, bi sedema ku sîstema wan ya kontrolkirina piştgirîdana diravî ya rêxistinên terorîstî û şûştina pereyan ew biryar da.

Welatên Ewrupî kontrolên ser sipîkirina pereyan xurt kiriye, piştî ku di mehên dawî de navê jimareke bankên Ewrupî di wî warî de derbaz bûbû.

Hikûmeta Erebistana Saudî, hember biryara Komîsyina Ewrupî heta niha ti daxuyanî nedaye.

Di lîsta nû de dewletên wek Lîbya, Botswana, Gana, Samoa, Giravên Bahama û çar herêmên bin kontrola Amerîka American Samoa, U.S. Virgin Islands, Porto Rîko û Guam jî hene.

Herwiha, Afganistan, Koreya Bakur, Etopya, Îran, Îraq, Pakistan, Srî Lanka, Sûrîye, Trînîdad û Tobago, Tûnis û Yemen jî di lîstê de hene.

XS
SM
MD
LG