Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewrupa, Çîn û Rûsya Ser Peymana Navokî ya ligel Îranê Dicivin


Wezîrên Derve yên Çîn, Fransa, Almanya, Brîtanya û Rûsya wê roja Înê, li ser daxwaza Îranê li Vîyana ya paytêxta Avusturya kom dibin ku peymana navokî ya 2015’an gotûbêj bikin.

Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa, Federica Mogherini îro bi daxuyanîyeke nivîskî piştrast kir ku ewê roja Înê bicivin ku li ser parastina peymana navokî nîqaşan bikin.

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi û yê Rûsya Sergei Lavrov jî got ku ewê bo civînê herin Vîyana.

ÎLi gor dîplomatên Ewrupî, Îranê daxwaza wê civînê kiriye ku piştî biryara Trump ya kişandina Amerîka ji wê peymanê, sibêroja wê gotûbêj bike.

Toleyên aborî yên Amerîkî wê di meha Tebaxê de destpê bikin, lê hîn kompanîyên Ewrupî ku li Îranê be û karên mezin bi Amerîka re dikin, ragihandibû ku ewê dawê li kiryarên xwe yên li Îranê bînin.

XS
SM
MD
LG