Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Toleyên Aborî yên Ser Rûsya Şeş Mehên Din Zêde Dike


Jean-Claude Juncker û Vladimir Putin
Jean-Claude Juncker û Vladimir Putin

Rêberên Ewrupî hevbîr bûn ku toleyên aborî yên hember Rûsya berfireh bikin, bi sedema ku wê herêma Qirim ya Ukrayna, di 2014'an de xistibû nav axa xwe.

Daxuyanîya Yekîtîye Ewrupa ragihand ku toleyên dijê Rûsya bona şeş mehan hatine dirêj kirin.

Biryar, li Brukselê di hilcivîna rêberên Yekîtîye Ewrupa de, bi yekdengî hate dayîn.

Bilî Yekîtîye Ewrupa, Amerîka jî bi heman sedemê toleyên aborê li ser Rûsya didomêne.

Sazîyên îstixbaratî ya Amerîkî herwiha giheştibûn wê nêrînê ku Rûsya maya xwe di hilbijartinên seroktîya Amerîkî ya 2016'an kiriye.

Şêwirmendê taybet Robert Mueller çend kes û kompanîyên Rûsî bi fermi tawanbar kir ku bandor li ser encamên hilbijartinê kirine.

Qesra Sipî jî roja Pêncşemê ragihandibû ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin wê di 16’ê Tîrmehê de, li Helsînkî hilcivîna yekê pêk bînin.

Qesra Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî dabû zanîn ku Trump wê piştî beşdarbûna hilcivîna rêberên NATO ya di 11 û 12’ê Tîrmehê de ligel Putin bicive.

XS
SM
MD
LG