Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE: Heta ku Tirkîye Qanûnên Terorîzmê Neguherîne, Rêwîtîya Bê Vîza Çênabe


Yekîtîya Ewrupa îro Înê ji Tirkîyê re got ku ewê pêdivîyên vîza ji hemwelatîyên Tirkîyê re sist neke, ger Enqere qanûnên xwe yên dijî terorîzmê nermtir neke.

Yekîtîya Ewrupa bawer dike ku qanûnên piştî hewila darbeya laşkerî ya 2016’an, derfet dide hikûmetê ku rexnegirên xwe bêdeng bike, dezgehên ragihandinê bigire û bi deh hezaran karmend, polîs û leşkeran ji kar dûr bixe û wan bavêje zindanê.

Jiber wan sedeman, peywendîya Yekîtîya Ewrupa bi Tirkîyê xirabtir bûye ku ji salên dirêj vir ve hewil dide ku bibe endama wê yekîtîyê.

Enqere di mehên dawî de li rêkan digere ku peywendîyên xirabûyî jinûve baş bike û îdia dike ku wê bo rêwîtîya bê vîza li nav Yekîtîya Ewrupa, hemî krîterên pêdivî bi cîh anîne.

Lê, Wezîrê Derve yê Belçîkî Didier Reynders got ku divê pêşî Enqere qanûnên terorîzmê biguhere, lê Tirkîyê dibêje ku jiber gefên giran yên ser ewlehîya wê, ew daxwaz ne pêkan e.

XS
SM
MD
LG