Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kupaya Ewrupa Êdî Nêzîkî Qonaxa 16’an Dibe


Dîmenek ji lîstika Almanya û Swîsra roja Yekşemê.
Dîmenek ji lîstika Almanya û Swîsra roja Yekşemê.

Pêşbazîyên Kupaya Ewrupa (Euro 2024) ya futbolê ev deh roj in li Almanyayê berdewam dikin, tê de hêdî hêdî nasnameya tîmên ku derbazî qonaxa 16’an dibin zelal dibe.

Piştî du lîstikên Grûpa A, Almanya û Swîsra do Yekşemê derbazbûna qonaxa pêş misoger kir. Di maça ku navbera Almanya û Swîsra de çêbû, her yek ji hedu tîman bi yek xalê razî bûn. Li pêş bêtirî 46 hezar hander li Frankfurtê, Almanya heta kêlîka herî dawî ya lîstikê bi golekê li paş bû. Lê bi golekî bi serê Niclas Fullkfrug, tîma mêvandar dikarîbû xwe ji têkçûnê biparêze.

Di maça din de ku li heman demê pêk hat, Macaristanê bi golekî zora Skotlandayê bir û cihê xwe di rêza sêyan de girt. Hêvîya Macaristanê heye ku wekî baştirîn tîma sêyan biçe qonaxa din lê ev yek li ser xalên tîmên grûpên din dimîne.

Stêra tîma Kroatya Luka Modric xwe jibo lîstika îro ligel Îtalyayê amade dike.
Stêra tîma Kroatya Luka Modric xwe jibo lîstika îro ligel Îtalyayê amade dike.

Îro Duşemê jî, ewê di Grûpa B dîyar bibe kî ligel Îspanyayê diçe qonaxa 16’an. Di maçekê de Kroatya ligel Îtalyayê dilîze û di ya din de Albanya derdikeve pêş Îspanyayê.

Wekî ku heye, niha Îspanya bi şeş xalan di serê rêzê de ye. Piştre Îtalya bi 3 xalan cih digire, pey wê re jî Albanya û Kroatya bi xalekê di rêzên sê û caran de tên.

Lîstikên mayî yên qonaxa grûpan Sêşem û Çarşemê didomin. Kupaya Ewrupayê heta 14’ê Tîrmehê li Almanyayê berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG