Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Ser Kirîna Firokên Eurofighter bi Dewletên Ewrupî re Danûstandinan Dike


Karbidestekî Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ji Reutersê re got ku ew bi dewletên Ewrupî re danûstandinan dikin ku 40 firokên Eurofighter Typhoon bikirin.

Wî karbidestî got ku piştî helwesta Amerîka ku jibo firotina firokên F-16 dijwarî derdixe, wan berê xwe daye Ewrupa.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Yaşar Guler hefteya borî dîyar kiribû ku wan jibo kirîna firokên Eurofighter Typhoon bi Brîtanya û Îspanya re danûsandin kirine, lê Almanya dijî vê fikrê sekinîye.

Wî karbidestî got ku Guler îro Pêncşemê li Enqerê bi hevtayê xwe yê Brîtanî Grant Shapps re ser firokan axifîye.

Li gor ragihandina wî karbidestî, Tirkîye dixwaze cureya herî nû ya firokên Eurofighter bikire.

Tirkîye, ku endama NATO ye, Cotmeha 2021an ragihand ku ew dixwaze 40 firokên Lockheed Martin Corp F-16 û 79 kîtên modernîzasyonê bikire.

Rêvebirîya Amerîka dixwaze ku ew bazara 20 mîlyar dolarî çêbe, lê hin endamên Kongresê dibêjin ku Tirkîye rê li ber firehbûna NATO digire û ser mafên mirovan jî rewşa Enqerê ne baş e.

Tirkîyê ji NATO re dîyar kir ku ew nikare heta civîna hefteya pêş ya wezîrên derve yên hevpeymanîyê endamtîya Swêdê bipejirîne ku vê yekê rewş aloztir kir.

XS
SM
MD
LG