Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewrupa jiber Zêdebûna Pêketinên COVID-19 Fermanên Nû Dide


Austurya îro Duşemê bû welatê yekê li rojavaya Ewrupayê ku dîsa daxistinê ferz dike ji wexta ku vaksînên dijî COVID-19 belav bûne. Bi vê gavê, dikan û meyxane û çayxane û cîhên din yên nepêwîst dê werin girtin li dema ku pêketinên vîrûsa Koronayê li Ewrupayê zêde dibin.

Seroka hikûmeta Almanyayê Angel Merkel jî di hevpeyvînekê de dîyar kir ku welatê wê pêdivî bi gavên tundtir heye da ku pêla pêketinên COVID-19 kontrol bike. Jiber van daxuyanîyên Merkelê, bazara veguhestina darayî li Ewrupayê hate xwarê.

Ewrupa careke din dibe navenda pandemîyê û bi vê yekê tê çaverê kirin ku biryarên nû û fermanên vaksînkirinê derkevin holê.

“Em di rewşeke pir dramatîk de ne. Tiştên ku niha cîh digirin têrê nakin,” Merkel ji rêberên partîya xwe (CDU) re got. Malpera Bloomberg jî ev yek piştrast kir.

Hikûmeta Austuryayê jî ji welatîyên xwe re got ku ji malên xwe kar bikin eger karibin, û biryar da ku deverên nepêwîst wekî xwaringeh û meyxane û çayxane û sînama jibo 10 rojan girtî bimînin.

Hikûmetê herwiha ragihandîye ku ewê ji yekê Sibatê ve wergirtina vaksînê li ser her kesî ferz bike. Gelek hemwelatî bawerîyê bi vaksînan nayînin. Ev bawerî jî ji alîyê Partîya Azadî ya rastgir ve hatîye handan.

Vegera van gavên sînorkirinê yên tund ji alîyê hikûmetê ve bûye sedema nerazîbûna hemwelatîyan. Roja Şemîyê dora 40,000 kes di xwepêşandinan de daketin kolanên Viyenayê. Li Brûkselê paytexta Belcîkayê jî tundûtûjî li nav xwepêşandinan derket. Xwepêşandin herwiha li seranserê Holandayê jî dawîya hefteyê hebûn.

Li Komara Çek û Slovakyayê, desthilatdaran ji roja Duşemê de çûna kesên nevaksînkirî bo meyxaneyan qedexe kirine.

XS
SM
MD
LG