Polîsên Ewrupa (Europol) ragihand ku li dû şopa 65,000 qaçaxçîyên ku koçberan di rêkên neqanûnî re dibin welatên din ketiye.
Europol dîyar kir ku hejmara koçberên ku Derya Sipî derbaz dikin kêm bûye, lê dîsa jî daxwaza bo dîtina qaçaxçiyan zêde ye.
Serokê Navenda Qaçaxçitîya Koçberan ya Ewrupa Robert Crepinko ji ajansa AFP re da zanîn ku karê qaçaxçitîya koçberan didome û di wê bazarê de bi mîlyaran euro çerx dibe.
Li gor daneyên Europol’ê di sala 2015’an de 30,000 gumanbar hebûn û di sala 2016’an de ew hejmar rabû 55,000’an û di sala 2017’an de jî gihaşt 65,000’an.
Europol dîyar dike ku 63 ji sedê qaçaxçiyên ku nasnameya wan eşekere bûne, hemwelatîyên Ewrupa ne û 45 ji sedê wan jî ji welatên Ewrupaya Başûrê Rojhilat in.