Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hacî Tunç ku Gotibû “Ev Der Kurdistan E” Hat Berdan


Li Wanê dikandarê bi navê Hacî Tunç ku jiber gotina “Ev der Kurdistan e” hatibû desteser kirin, îro ji alîyê Dadgeha Aştîyê ya Wanê vê hat berdan.

Duh Pênçşemê di dema serdana serokê giştî yê Partîya Guherînê yê Tirkîyê (TDP) Mustafa Sarigul de dikandar Tunç jê re gotubû ku “ev der Kurdistan e” û wiha berdevam kiribû.

“Çanda Rojhilat cuda ye û hun rojhilat bîrnekin. Hevalekî me li Sêrtê gotibû ev der Kurdistan e. Belê rastê jiber ku berya du hezar salan jî ev der Kurdistan bû û wê dîsa jî ev der wek Kurdistan bimîne.”

Piştî van gotinan hêzên hewlekarîyê li ser dikan û mala Tunç de girtin û ew desteser kirin.

Dozgerîyê ew bi îdiaya “bi rêya ragihandinê propaganda rêxistinê kirîye” tawanbar kir. Dadgeha Cezaya Aşîtîyê ya Wanê jî derheqê Tunç de bîryara danîna şertên edlî û qedexeya derketina dervî welat da û ew serbest berda.

Parêzerê Tunç Cahît Kutlak dîyar kir ku biryara binçav kirinê ne li gor hiqûqî ye û anî ziman ku jiber suçê tê îdia kirin axaftin e, serdegirtina mal û cîhê kar jî dîjî hiqûqê ye.

Kutlak got ku gotina “ev der Kurdistan e” di çarçoveya azadîya raman de ye û herwiha ev têgehek dîrokî, erdnîgarî, çandî û teknîkî ye.

“Di biryarên Dadgeha Bilind ya Tirkîyê û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa de bi zelalî tê gotin ku peyva Kurdistan peyveke erdnîgarî ye û nabe suç e. Ez bawerim di vê çarçovê de ev doz dê betal bibe.”

Hêjayî gotinê ye ku di 29’ê Cotmehê de li Sertê jî di dema serdana Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşenerê de dikandarê bi navê Cemîl Taşkesen jî gotibû “ev der Kurdistan e” û ew jî jiber vê sedemê hatibû desteser kirin.

AA_11_25_2021_Ev Der Kurdistan E
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:56 0:00


XS
SM
MD
LG