Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Bolîvya Evo Morales Dest ji Kar Berda


Serokê Bolîvya Evo Morales piştî hilbijartina ser nîqaş çêbûn karvekişîna xwe ragihand.

Artêşa Bolîvya dîyar kiribû ku bo îstiqrar jinûve çêbe divê Morlales karvekişîna xwe ragihîne.

Morales berî karvekişîna xwe ragihîne dîyar kiribû ku hilbijartina 20’ê Cotmehê jinûve li dar keve.

Wî dabû zanîn ku dê lijneya hilbijartinê jî biguhere.

Rêxistina Welatên Amerîkî (OAS) do Duşemê bi raporekê dabû zanîn ku di hilbijartinan de, ku Morales bi ser ketibû, hin sextekarî çêbûne.

Piştî hilbijartinê dijî Morales protestoyên mezin li dar ketibûn. Hin jêderên herêmî didin zanin kû di protestoyan de 5 kes hatine kuştin.

Morales di sala 2006’an de hatibû desthilatê ku ew rêberê yekê yê herêmî yê Bolîvya ye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG