Ciwanekî Norwêcî, roja Înê 16ê Cotmehê 2026'an, 20 sal cezayê girtîgehê xwar. Ev xort bi înternetê ketibû nav grûpeke Swêdî ku têkilîya wê bi Îranê re hene. Ew ji bo ku li Brîtanyayê kesekî bikuje çûbû wir.
Dozgerên Brîtanî diyar kir ku Johannes Natland ê 19 salî, ji alîyê grûpa Swêdî ya bi navê Foxtrot Network ve hatibû girtin.
Ev grûp pereyan dide ciwanan daku ew li ser navê kesên ku fermanê didin wan, ku di nav wan de dewleta Îranê jî heye, êrîşan pêk bînin.
Natland di meha Tîrmehê de bi sûcê plana kuştina mirovekî hatibû gunehbar kirin.
Dozgeran diyar kir ku grûpê ji bo vî karî soz dabû ku 270,000 kronên Norwêcî, nêzîkî 28,600 dolar, bidin wî, lê heta ku hatîye girtin jî wî nizanibû ka ewê kê bikuje.
Foxtrot bi çendîn kuştinên li seranserî Ewrupayê ve tê girêdan. Brîtanya û Amerîka dibêjin ku vê grûpê li ser navê Îranê êrîş birine ser armancên Îsraîlî û Cihûyan, lê Îran vê yekê qebûl nake û dibêje ne rast e.
Natland hîna nû bibû 18 salî dema ku ji Norwêcê çû Brîtanyayê. Wî bersiv dabû bangeke li ser înternetê ku ji bo kuştina mirovan pere pêşnîyar dikir.
Wî qebûl kir ku du çek di destê wî de hebûn, lê got ku plana wî tune bû ku kesî bikuje.