Herî kêm heft koçberan li Okyanosa Atlantîkê, li hemberê Giravên Kanaryayê yên Îspanyayê, jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de, tîmên rizgarkirinê zêdetirî 380 kes ji mirinê rizgar kirin.
Li gorî xizmetên rizgarkirina deryayî yên Îspanyayê, îro Duşemê dema ku tîmên wan 132 koçber ji qeyikekê ku 150 kîlometran ji girava Lanzarote dûr e rizgar kirin, du kesên mirî di qeyikê de hatin dîtin. Herwiha pênc koçberên din jî bi rê de jiyana xwe ji dest dabûn û laşên wan avêtibûn deryayê.
Di operasyoneke din de, 250 koçber li nêzîkî giravên Lanzarote û El Hierro hatin rizgarkirin.
Doh Yekşemê, 1'ê Mijdarê, jî 107 koçber li hemberî El Hierro hatibûn rizgarkirin.
Serokê Giravên Kanaryayê, Fernando Clavijo, li ser platforma X'ê nivîsî ku rêya koçberîyê ya Atlantîkê careke din dibe sedema windakirina jiyana mirovan.
Rêya koçberîyê ji rojavayê Afrîkayê ber bi Giravên Kanaryayê ve yek ji rêyên herî xeternak ên cîhanê ye. Her sal bi hezaran koçber bi qeyikên tijî mirov di wê rêya xeternak re derbas dibin bi aramnca xwe bigihînin Îspanyayê.