Komîsyona Ewrupa roja Înê ragihand ku wê jibo piştgirîya Rêvebirîya Filîstînîyan paketeke 118 euroyî (130 mîlyon dolar) pejirandiye.
Komîsyonê dîyar kir ku bi vê piştgirîya diravî wê mûçeyên karmend û karkenarên li Kenara Rojava were dayîn, ewê hin malbatên rewşa wan xirab alîkarîyê bistînin û jibo nexweşxaneyên li Orşelîma Rojhilat jî zêdetir kelûpelên bijîşkî werin kirîn.
Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen got ku Yekîtîya Ewrupa (YE) jibo alîkarîya demdirêj ya jibo Rêvebirîya Filîstînî amade e.
Von der Leyen got ku ew dixwazin sala pêş jî wek beşekî hewildanên navnetewî yên jibo pêşvebirina cihgîrbûna aborî ya Gaza û Kenara Rojava paketeke din ya alîkarîyê çêkin.
Jibo sala 2024’an, YE jibo xelkê li Gaza dorpêçkirî 125 mîlyon euro veqetandiye.
Komîserê YE’ê Josep Borrell dîyar kir ku li herêmê nebûna xwarinê gehiştiye asteke xirab.
Borrell ser rewşa dijwar hişyarî da û got ku jibo ew rê li ber felaketeke mezin bigirin, divê ew demûdest tevbigerin.
Wî dîyar kir ku divê alîkarîyê bi rîya korîdorên mirovahî û navbirên mirovahî bigêhijin wan kesên ku pêdivîya wan bi alîkarîyan heye.