Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Ewrupî Sibê li Brukselê Hilcivîneke Taybet Çêdikin


Rêberên dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) sibê Pêncşemê li Brukselê jibo hilcivîneke taybet kom dibin.

Ew rêber wê ser xurtkirina artêşên neteweyî û alîkarîyên jibo Ukrayna danûstandinan bikin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî wê bi rêka vîdyokonferansê beşdarîyê li hilcivînê bike.

Rêberên Ewrupî piştî Serokê Amerîka Donald Trump vegerî Qesra Sipî bala xwe dan ser budçeya jibo berevanîyê.

Serokên Ewrupî wê di hilcivîna taybet de ser gavên jibo otonomîya stratejîk û berevanîya parzemînê bipeyîvin.

Çaverê ye serokên Ewrupî di hilcivîna sibê Pêncşemê de biryarên girîng ragihînin.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von Der Leyen do Sêşemê ragihand ku li gor plana wan wê di salên pêş de wê 800 mîlyar Euroyên din jibo berevanîyê werin xerc kirin.

Di plana Von der Leyen de jibo hikûmetên YE kredîyeke 150 mîlyar Euroyî heye û ew wê jibo berevanîya esmên, sîstemên topan, muşekan û dronan were karanîn.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG