Yekîtîya Ewrupa ser rêjeya bilind ya beşdarîya li hilbijartinên Tirkîyê razîbûna xwe ragihand.
Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel got ku beşdarîya bilind serketina demokrasîyê ye.
Von der Leyen li ser pirseke derbarê hilbijartinên Tirkîyê dîyar kir ku beşdarîya bi rêjeya bilind serketina herî mezin ya hilbijartinê.
‘’Hilbijartin didomin, divê em gera duyê bibînin. Em ji nêz ve dişopînin. Lê jibo nirxandinekê divê em encamên gera duyê bibînin’’
Michel jî ser beşdarîya bi rêjeya bilind geşbînîya Xwe got ku ewê encam û bandorê di gera duyê de bibînin.
Tirkîye jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran do Yekşemê çû ser sindoqan.
Berbijarên serokomarîyê Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu man gera duyê.
Gera duyê ya hilbijartinên serokmoarîyê dê di 28’ê Gulanê de li dar keve.
Jêder: VOA, YSK