Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa û Arjantîn Ser Gazê Danûstandinê Dikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Yekîtîya Ewrupa (YE) û Arjantîn ser peymaneke enerjîyê danûstandinê dikin.

Reutersê dîyar kir ku YE hêvî dike ku di demeke nêz de bi Arjantînê re ser enerjîyê li hev bike.

Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’ê Josep Borrell di serdana Arjantînê de dîyar kir ku ew welat bo enerjîyê cîhekî teze û girîng e.

Arjantîn li cîhanê yek ji navendên sereke yên gazê ye û dixwaze pirtrir gazên xwe bifiroşe.

Borrell da zanîn ku ew û karbidestên Arjantînî ser lihevkirinê dipeyîvîn. Wî got ku jiber eleqeya dualî ew hêvî dike ku di demeke nêz de li hev bikin.

Wî dîyar kir ku navendên gazê yên Arjantînê gelek in û divê rêkên derxistina wê ya derveyî welêt çêbin.

Ewrupa, piştî şerê Rûsya û Ukrayna bo xwarin û enerjîyê ket fikaran û dest bi lêgerînan kir.

Welatên Ewrupa di şerê Rûsya û Ukrayna de ligel Kîevê ne û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

Moskow dide zanîn ku ew jiber toleyan nikarin xetên gazê tamîr bikin û ew yek jî krîza gazê çêdike.

XS
SM
MD
LG