Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya û Yekîtîya Ewrupa Ser Brexitê li Hev Dikin


Yekîtîya Ewrupa û Brîtanya ser Brexitê li hev kirin.

Lihevkirina her du alîyan, piştî danûstandinên dirêj yên Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen çêbû.

Hûrgiliyên lihevkirinê nehatine ragihandine lê Johnson bi preskonferansekê da zanîn ku ‘’peymanake bazirganîya serbest ya bi cureya Kanada ya berfireh’’ çêkiriye.

Hikûmeta Brîtanya bi daxuyanîyekê dîyar kir ku wan kontrolên pere, sînor, bazirganî û ava bo masîvanîyê bi şûnde sitandine.

Li gor daxuyanîyê, Brîtanya dê di 1’ê Çileyê 2021’an de serwerîya xwe ya sîyasî û aborî bi awayekî tam vegerîne û tevgera serbest ya li welêt dê bi dawî bibe.

Von der Leyen di preskonferansê de da zanîn ku ewê di bazirganîyê de li gor rêzikên YE’ê tevbigerin û ger danûstandina adil were binpê kirin wan li hev kiriye ku ew serî li rêkên bi bandor bidin.

Wê derbarê serwerîyê jî got ku ger hêzên cîhanî bi hev re tevbigerin ewê bo berjewendîyên her du alîyan be.

Brîtanya di 31’ê Çileya 2020’an de ji YE’ê derketibû, lê her du alîyan biryar dabû ku hevkarîya bazirganî 11 mehên din bidome.

XS
SM
MD
LG