Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk, piştî peymana Brexitê li parlamantoya Brîtanya cara sêyan hat red kirin banga hilcivînê kir.
Rêberên dewletên YE’ê dê di 10 Nîsanê de kom bibin.
Komîsyona Ewrupa jî da zanîn ku Brîtanya dibe ku di 12’ê Nîsanê de bêpeyman ji YE’ê veqete.
Li gor hiqûqa YE’ê Brîtanya dê di 29’ê Adarê de ji yekîtîyê derketa lê jiber ku YE’ê bi hin şertan taloqkirina Brexitê pejirandibû parlamantoyê jî biryar dabû ku dema veqetînê taloq bike.
YE’ê dîyar kiribû ku ger parlamanto Brexitê nepejirîne divê Brîtanya di 12’ê Nîsanê de ji yekîtîyê derkeve.
Komîsyona Ewrupa: Brîtanya Dibe ku Bêpeyman ji YE'ê Veqete
