Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku pêketinên vîrusa korona yên li Ewrupa piştî 10 hefteyan jinûve zêde dibe.
WHO welatên Ewrupî ser zêdebûna pêketinan hişyar kir.
Dîrektorê Ewrupa yê WHO Hans Kluge di preskonferansa onlayn de da zanîn ku ger ew li bi dîsîplîn tevnegerin ewê pêleke nû ya vîrusa korona destpê bike.
Hans Kluge bal kişand ser belavbûna cureya vîrusa korona ya bi navê Delta û dîyar kir ku zêdebuna pêketinan fikaran çêdike.
Welatên Ewrupî hefteya borî sînordarkirinên bo vîrusa korona bi dawî kiribûn û li wê parzemînê hefteya borî pêketin 10 ji sedê zêde bûbûn.