Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Ewrupa Bang li Tirkîyê Dike ku Leşkerên Xwe ji Efrînê Vekişîne


Komên siyasî yên Parlamentoya Ewrupa (PE) bi bernivîseke hevpar dîyar kir ku jiber operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê ser çareserkirina kêşaya Sûrîyê bandoreke neyênî çêdike.

Komên PE’ê da zanîn li gor raportan ji Efrînê sîvîl têne kuştin û bang li Enqerê kir ku operasyona Efrînê rawestîne.

Di bernivîsê de, komên PE ji Tirkîyê dixwaze ku bala xwe bide ser têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên di lîsteya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne.

Komên PE’ê dîyar dikin ku gurbûna şerê li Efrînê û girjîya di navbera Tirkîye û Amerîka de fikaran çêdike.

Komên PE’ê bang li Tirkîyê dikin ku ji Efrînê leşkerên xwe vekişîne. Bo bernivîsa komên PE’ê dê îro Pêncşemê li Strasbourg’ê dengdan were kirin.

XS
SM
MD
LG