Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa, Tirkîyê Ser Operasyona Dijî Efrînê Rexne Dike


Wezîrên Derve yên welatên YE'ê
Wezîrên Derve yên welatên YE'ê

Wezîrên derve yên 28 dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE), Tirkîye jiber operasyona dijî Efrînê rexne kirin.

Wezîran bi daxuyanîyekê da zanîn ku operasyona Tirkîye ‘’rewşa sîvîlên li herêmê girantir kiriye û niştecihan ji neçarî ji warên xwe koç kirine’’

Wezîrên welatên YE’ê da zanîn ku piştî operasyona Amerîka, Fransa û Brîtanya ya dijî Sûrîyê divê peyvajoya aştîyê jinûve were geş kirin.

Di civîna wezîrên derve yên welatên YE’ê de, ku li Luksemburgê li dar ket, rewşa dawî ya Sûrîyê û operasyona leşkerî ya Amerîka, Fransa û Brîtanya hatin nirxandin.

Wezîran di daxuyanîya hevbeş de dîyar kir ku operasyona Tirkîyê, rewşa însanên li bakurê Sûrîyê girantir kiriye.

‘’Jiber operasyonan niştecihên wê herêmê ji cîhên xwe koç kirin. YE, di serî de bo Efrîne, bo rewşa mirovî ya li bakurê rojavayê Sûrîyê ketiye fikaran û dîyar dike ku divê sazîyên sîvîl demûdest xwe bigêhîjinin wê herêmê’’

Di daxuyanîyê de herwiha hat gotin ku Tirkîye, Rûsya û Îran, ku garantorên peyvajoya Astana bûn, bo çêkirina herêmên ewle û gêhandina alîkarîya mirovî qels mane.

XS
SM
MD
LG