Lînkên eksesibilîtî

Serokên Ewrupî Berî Hilcivîna G-20'ê Balê Dikşînin Ser Peymana Îqlimê


Macron û Merkel li Berlinê

Serokên Ewrupî careke din dîyar dikin ku, berovajî Amerîka, ewê xwe ji Peymana Îqlimê ya Parîsê venekişînin.

Seroka Almanya Angela Merkel, berî hilcivîna G-20 ya ku li ber e meha pêş li Hamburgê li dar keve, li Berlînê axifî.

Merkel dîyar kir ku beşdarên Ewrupî yên G-20, hîn girêdayî peymana îqlimê ne û ew mijar dê di hilcivînê de were nîqaş kirin.

‘’Li ser navê Almanya, ez dikarim bibêjim ku jiber vekişîna Amerîka ji peymanê, ez xemgîn im. Lê di hilcivînê de bêguman emê vê vê mijara guherîna îqlimê binirxînin’’ Merkel got.

Di civîna bo amadekarîya G-20 de, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî wek Merkel axifî û got ku serokên Ewrupî bi awayekî xurt piştrast dikin ku ew girêdayî peymanê ne.

Macron got ku ‘’ne rast e ku dewletek, jibo biryara vekişîna ji peymanê were îzole kirin’’ Merkel jî bal kişand ser girîngiya Amerîka ya di nav 20 welat de.

Serokê Amerîka Donald Trump, meha borî dîyar kiribû ku ewê ji Peymana Îqlimê ya Parîsê vekişin. Trump dabû zanîn ku peyman li dîjî germbûna global tiştekî nake û ewê zararê bide aborîya Amerîka.

Trump xwestibû ku peyman jinûve were çêkirin, lê îmzakerên peymanê dîyar kiribûn ku ew ne pêkan e.

Hilcivîna G-20, dê di 7 û 8’ê Tîrmehê de li Hamburgê li dar keve. Mijarên serekê yên hilcivînê dê guherîna îqlimê, aborîya cîhanî û têkoşîna li dijî terorê bin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG