Lînkên eksesibilîtî

Yekîtîya Ewrupa Dijî Serxwebûna Katalonya Ye


Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk dîyar kir ku ti wateya ragihandina serxwebûnê ya Katalonya bo wan tune, ewê bi rêvebirîay Madrîdê re xebatên xwe bidomînin.

Tusk bang li hikûmeta navendî ya Îspanya kir ku bo kêşeya Katalonya dest bi danûstandinan bike.

Serokê Komîsyona YE Jean Claude Juncker jî da zanîn ku divê rê li ber parçebûna bloka yekîtîyê were girtin.

Ji alîyê din ve, hikûmetên Fransa, Brîtanya û Almanya bi daxuyanîyan dîyar kirin ku piştgirîya Îspanyayeke yekgirtî dikin û ragihandina serxwebûnê ya Katalonya nas nakin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG