Lînkên eksesibilîtî

Yekîtîya Ewrupa bo Kerkûkê Banga Dîyalogê Dike


Yekîtîya Ewrupa (YE) ser şerê li Kerkûkê yê di navbera hêzên Îraqî û pêşmergeyên Herêma Kurdistana Îraqê bang li her du alîyan kir ku tundûtûjîyê rawestînin û dest bi dîyalogê bikin.

Berpirsa Polîtîkayên Derve ya YE Federica Mogherini dîyar kir ku do Duşemê li ser telefonê bi Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî re axifîye û ji wî xwestîye ku tundûtûjîyê rawestînin.

Mogherini herwiha da zanîn ku YE bo Îraqê, amadekarîya avakirina mîsyoneke ewlekarî ya sîvîl dike.

Mogherini dîyar kir ku dê ew misyon ‘’di alîyê sîvîl ya stratejîya ewlekarî ya neteweyî ya Îraqê de’’ alîkarîya berpirsên wî welatî bike.

Ser referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê di navbera Bexda û Hewlêrê de girjî gur bûbû. Artêşa Îraqê do Duşemê li Kerkûkê kontrola avahîya walîtîyê û bingeha leşkeri bi dest xistibû.

XS
SM
MD
LG