Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ewrupî Derbarê Diyaloga Bernama Navokî Îranê Hişyar Dikin


Iran's national flag waves as Milad telecommunications tower and buildings are seen in Tehran, Iran, Tuesday, March 31, 2020. In recent days, Iran which is battling the worst new coronavirus outbreak in the region, has ordered the closure of…
Iran's national flag waves as Milad telecommunications tower and buildings are seen in Tehran, Iran, Tuesday, March 31, 2020. In recent days, Iran which is battling the worst new coronavirus outbreak in the region, has ordered the closure of…

Hêzên Ewrupî yên alîyê peymana navokî ya Îranê îro Çarşemê ji Tehranê re gotin ku biryara wê ya dewlemendkirina uranyumê ji % 60 û sazkirina 1000 santrîfîjên din li bingeha Natanz, dijî hewldanên vejandina peymana navokî ya 2015'an nin.

Brîtanya, Fransa û Almanya îro bi di daxûyanîyeke hevbeş dîyar kirin ku biryara Tehranê ya dewlemendkirina ji % 60 ya uranyumê ne jiber sedemên sivîl yên pêbawerin di hilberandina çekên navokî de gavek girîng e.

Sê welatan ragihand ku daxûyanîyên Îranê bi taybet gelek xembarî ne jiber ku di dema ku tevahîya beşdarên JCPOA (Peymana navokî) û Amerîka bi armanca dîtina çareserîyek dîplomatîk ya demûdest ya jibo vejandin û vegera JCPOA dest bi nîqaşên bingehîn kirine, têne ragihandin.

"Ragihandina xeter ya vê dawîyê berevajîya giyana avaker û nêta baş ya van nîqaşan e, "3 welatan got.

Tehranê jî da zanîn ku piştî ku dijmin Îsraîl roja Yekşemê navenda wê ya navokî ya Natanz sabote kiriye wan ev biryarana girtine.

"Di çarçoveya bûyerên vê dawîyê, em tevahîya pîvanên alozkar yên ji hêla her alî ve red dikin û em bang li Îranê dikin ku pêvajoya dîplomatîk bêtir aloz neke," wan got.


XS
SM
MD
LG