Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Ewrupa Ser Toleyên Dijî Rûsya Danûstandinê Dikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) dê îro Pêncşemê ser toleyên dijî Rûsya danûstandinê bikin.

Reutersê ji zarê berpirsên Ewrupî da zanîn ku ew bo ‘’surprîzên’’ Rûsya hazir in.

Ukrayna ew demek e yek ji mijarên sereke yên welatên rojava û Rûsya ye.

Amerîka dibêje ku Rûsya bo dagirkirina Ukrayna li sînorê wê pirtir ji 100,000 leşker kom kirine.

Moskow dibêje kiryarên wê bi temamî bo berevanîyê ne û Ukrayna û welatên Ewrupî bi gurkirina girjîyê tawanbar dike.

Serokwezîrê Slovenya Janez Jansa, ku bi awayekî demkî serokê YE’ê ye, bal kişand ser leşkerên Rûsya yên li sînorê Ukrayna û dîyar kir ku ew fikaran çêdikin.

Jansa da zanîn ku Rûsya bo zextê çêke hêzên xwe yên leşkerî bikar tîne.

Di sala 2014’an de piştî Rûsya, Qirim dagir kiribû, YE û Amerîka dijî Moskowê toleyên aborî ragihandibûn.

Jansa ser toleyên gumankirî zêdetir hûrgilî neda, lê dîyar kir ku xeta Nord Stream 2 ya di navbera Almanya û Rûsya de dikare pûç bibe.

XS
SM
MD
LG