Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Salvegera 60'an ya Damezirandina Wê bi Fikar Pîroz Dike


Welatên Ewrupî, salvegera 60’an ya damezirandina Yekîtîya Ewrupa (YE) pîroz dikin ku yekîtîyê bi 6 welatan destpê kiribû û gehiştibû 28’an. Lê bes YE, jiber veqetîna Brîtanya wisa xuya dike ku ewê roja Şemî bi dilekî şikestî pîrozbahîyan li dar xîne.

Welatên din yên yekîtîyê, piştî biryara Brîtanya rêyeke jibo ‘’jiyîna bi hev re û ji hev cuda’’ digerin.

Polonya, ku di mijara YE de piştî Brîtanya welatê herî zêde bi kêşe ye, jibo hemî şertên wê pêk werin zêdetir garantî dixwaze.

Yunanîstan, ku di krîza aborî de ye, welatekî din yê bi arîşe ye.

Serokwezîrê Yunanîstanê Aleksis Çipras, ku jibo pîrozbahîyên salvegera 60’an çûye Romayê, dibêje ku ew ne Ewrupa wan e û ew êdî guherînê dixwazin.

Hilcivîna Roma dê jibo siberoja YE pir girîng be. YE, dibe ku di hin mijaran de bi hevkarîya qismî tevbigere.

Hollanda, Belçîka û Luksemburg, di serê 2017’an de bi daxuyanîyeke hevpar dîyar kiribûn ku endamên YE li hember arîşe û astengîyan dikarin li rêyên entagrasyon û hevkarîya xurt binêrin.

Hin kes ji vê re dibêjin Ewrupa ya bi du vîtes yan jî xeleka bi hevnavend ya Ewrupa. Li gor vê, rê li ber welatan vedibe ku bêyî ku welatên din mudaxale bikin tevbigerin.

Serokê Komîsyona Ewrupa Jean-Claude Juncker, meha borî dabû zanîn ku ew êdî naxwazin endamên yekitîyê mudaxeleyî welatên ku dixwazin pêş kevin bikin.

Di Gulanê de Serokomarê Fransa Francois Hollanda dev ji meqamê xwe berdide. Dibe ku di hilbijartina serokomarîyê de rastgira tundrê Marina Le Pen bi ser keve ku ew yek fikaran ji endamên YE re çêdike.

Di hilbijartina Almanya ya di meha Îlonê de partîya rastgir ya tundrê AfD dikare hîn serkeftinan bi dest bixe.

Li Îtalya, ku yek ji welatên damezirîner e jî, YE tê nîqaş kirin. Damezirînerê Tevgera 5-Stêrk Beppe Grillo yê komedyen di anketan li herî pêş e ku ew jibo veqetîna ji YE referandumê dixwaze. Grillo gelek hêmanên YE rexne dike.

Endama Parlementoya Ewrupa Laura Agea, dibêje ku divê Peymana Roma ya ku YE di sala 1957’an de damezirandîye were guhertin.

Agea bal dikşîne ku jiber krîza fînansî ferqeke mezin di navber bakur û başûrê Ewrupe de çêbûye.

XS
SM
MD
LG