Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Ewrupa Bang li Endamên YE'ê Dike ku Dijî Erebîstana Saudî Ambargoya Çekan Ragihînin


Parlamentoya Ewrupa bang li endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) kir ku dijî Erebîstana Saudî ambargoya çekan ragihînin.

Parlamentoyê li Strasbourgê bernivîseke ser kuştina rojnamevana Saudî Cemal Xaşiqcî pejirand û ser kuştina wî dîyar kir ku ‘’tawanake dijî mirovahîyê ye’’

Bernivîs li hember 1 deng bi 325 deng hat pejirandin. Di dengdanê de 19 parlamenter bêalî man.

Parlamentoya Ewrupa, Erebîstana Saudî jiber ‘’kuştina bi êşkence’’ şermezar kir ku û ji wê dewletê xwest ku cîhê termê Xaşiqcî eşkere bike.

Parlementoyê da zanîn ku divê ser kuştina Xaşiqcî vekolîneke navneteweyî, serbixwe û bêalî were kirin û berpirsên bûyerê bi beşdarîya çavdêrên navneteweyî werin darizandin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre dîyar kiribû ew di konsulxaneya wê ya li Stenbolê de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG