Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Ewrupa: Tirkîye bi Desteserkirina Akademîsyanan Fikaran Çêdike


Maja Kocijancic,
Maja Kocijancic,

Yek ji berdevkên Komîsyona Ewrupa Maja Kocijancic dîyar kir ku Tirkîye bi girtina akademîsyen û nûnerên sazîyên sîvîl fikaran çêdike.

Kocijancic bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku hikûmeta Tirk dibêje ku ew girêdayî mafên mirovan tevdigere, lê bi girtina kesên ji rikeberîyê dûrî reformên xwe dikeve.

Wê bang li Tirkîyê kir ku bo kesên hatine desteser krin bi rêkên qanûnî çareserîyekê bibîne û wan berde.

Karbidestên ewlekarîyê yên Tirkîyê roja Înê dijî 20 endamên Komeleya Çandê ya Anadolu biryara desteserkirinê dabûn û ji wan 13 desteser kiribûn.

XS
SM
MD
LG