Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên YE Danûstandinên Ser Agirbesta Hamas û Îsraîlê Didomînin


Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom îro Duşemê got ku dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) jibo agirbesta Îsraîl û Hamasê danûstandinê dikin.

Billstrom li Luksemburgê, piştî civîna wezîrên derve yên YE’ê dîyar kir ku ew ser alîkarîyên jibo Filîstînîyên li Gaza jî bi hevdu dişêwirin.

‘’Nîqaş didomin, lê ya rast mijara serekî ne agirbest e, em dibêjin ka em dikarin alîkarîyan derxin pêş û çawa wan bi rêkên cuda bişînin. Pêşnîyara ku Swêd piştgirîya wê dike, korîdora mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye."

Berpirsê sîyaseta derve ya YE’ê Josep Borrell jî îro Duşemê serê sibê got ku ew ser şerê Hamas û Îsraîlê piştgirîya navbera mirovahî dike û dîyar kir hin wezîrên yekê bi awayekî germ li vê fikrê nanêrin.

Jêderên herêmê didin zanîn ku îro Duşemê konvoya 3’yan jî di ser derîyê sînor yê Refah yê Misirê re derbazî Gaza bûye.

Derîyê sînor yê Refahê roja Şemîyê vebûbû ku di roja 20 kamyonên alîkarîyê û do Yekşemê jî 14 kamyon derbaz bûbûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG