Brîtanya, Fransa, Îspanya, Swêd, Danîmarka dîyar kirin ku rêberê rikeberîya Venezuela Juan Guaido, wek serokê wî welatî nas dikin.
Li ber e ku Almanya jî heman biryarê bide.
28 endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) bang li Serokê Venezuela Nicolas Maduro kiribûn ku heta 4’ê Sibatê biryara hilbijartina pêşwext ragihîne.
Endamên YE’ê dabûn zanîn ku ger Maduro ser lidarxistina hilbijartina pêşwext biryarê nede ewê piştgirîyê bidin Guadio.
Berî dewletên Ewrupî, Amerîka û zêdetirê 20 dewletên din yên cîhanê dîyar kiribûn ku ew dijî Maduro piştgirîya Guaido dikin.