Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibejê Dijî Kargeha Pîşesaziya Fezayê Êrîşa Terorê Hatiye Kirin


Dîmenek TUSAS
Dîmenek TUSAS

Medya Tirkîyê radigihîne ku îro teqînek li derveyî paytexta Enqerê li ber derîyê navenda Pîşesaziya Fezayê ya Tirkîyê (TUSAS) teqînek rû daye û niha dengê çekan tê.

Wezîrê navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya, teqîn wekî "êrîşeke terorê" bi nav kir û dîyar kir ku kuştî û birîndar hene.


“Dijî navenda Pîşesaziya Fezayê ya Tirkîyê (TUSAŞ) li Kahramankazana Enqerê êrîşa terorê hat kirin. Lê mixabin piştî êrîşê şehîd û birîndarên me çêbûn. Rehma Xwedê li şehîdên me be; Ji birîndarên me re şifayê dixwazim. Der barê geşedanan de wê raya giştî bê agahdarkirin, “Yerlîkaya li ser X’ê got.

Wezîr Yerlîkaya zêdetir agahî eşkere nekirin.

Li gor ragihandina medyayê ji karkerên TUSAŞ’ê hatiye gotin ku li navendê êrîşeke xwekujî pêk hatiye û divê cihê xwe neterikînin.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç jî bi daxuyanîyeke li ser X’ê êrîş şermezar kir û ragihand ku di derbarê bûyerêde lêpirsîn hatiye destpê kirin.

“Ji alîyê serdozgerîya Komarîya Enqerê di derbarê êrîşa terorê ya xayîn de lêpirsîna dadweriyê hatîye destpê kirin, 1 alîkarê serdozger Komarê û 8 hatin erkdar kirin, “Tunç got.

Medya dibeje ku li navenda TUSAŞ’ê di navbera jimareke kesên ne dîyar û hêzên ewlekarîyê de pêvçûnên çekdarî hîn berdewam dikin.

Herwiha tê ragihandin ku jimareke karkerên TUSAŞ’ê jî dîl hatine girtin.

Jêder: X, Medya Tirkîyê

XS
SM
MD
LG